Girûpeke saybirî ya ser bi rejîma Îranê bi navê “Cêşke Pisîkên balkêş” di hewleke xirabkariyê de êrîş li ser rojnamevan û çalakvanên medenî yên Kurdistanê kirine.
Pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di vê êrîşê de endamekî Rêkxirava Mafê Mirovî yê “Kurdpa”yê di torên civakî de kiribûne armanc.
Girûpa hekkirinê ya “Cêşke Pisîkên Balkêş” ji destpêka sala 2014`an ve dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye û “xwandekar, rojnamevan, çalakvan, bîrmend, damezrave û rêkxirav, beşên leşkerî û dewletî di “Amerîkayê, welatên Ewropayê û “Rojhilata Navîn” de kirine armanca êrîşên saybirî yên xwe.