Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê 5 hevwelatiyên Belûç hatin îdamkirin

19:28 - 10 Îlon 2022

Rejîma Îslamî 5 hevwelatiyên Belûç bi tohmeta kirîn û frotina madeyên hişber îdam kirin.

Sibêdeha roja Şemî 19`ê Xermananê, 5 hevwlatiyên Belûç ên bi navên “Xalid Re`îsî” kurê Enver û temen 38 salî, “Emrillah Besîc” temen 27 salî û kurê Emanullah, “Ebdulnesîr Şehbexş” temen 42 salî û kurê Çiraxelî û “Hûşeng Kurd” temen 37 salî li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê hatin îdamkirin.

Malpera “Hal Weş”ê di vê derheqê de ragihandiye: Ew 5 hevwilatiyên Belûç bi tohmeta kuştina bizanebûn hatine cezadan û herwisa yek ji wan 5 kesan jin e, lê nasnameya wê heta niha nehatiye zanîn.

Hêjayê behsê ye ku, “Xalid Re`îsî” li meha Gelawêja sala 1391`an a Rojî, bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên li bajarê Nîkşehrê bi awayek dijwar hatibû birîndarkirin.

Herwisa pêka rapora ku saziya Lêborîna Navnetewî rêkevta 4`ê Gelawêjê belav kiriye, ji sedî 26 îdamkiriyên îsal ku dibe 65 kes, Belûç bûne û îdamkirina nîva ji wan girtiyan bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber bûye.

Her di vê derheqê de roja Şemî 12`ê Xermananê, du girtiyên siyasî yên Belûç ên bi navên “Muhsên Qenberzêhî û Eynullah Qenberzêhî” li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê hatibûn îdamkirin.

Rejîma binav Îslamî ya Îranê bi siyasetên cudahîdanîn û dije gelî yên xwe, her roj bi hincetên cuda li reşçalan de girtiyên xerî fars bidar vedike.