Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînên navendên pîşesazî û berhemanîn ên Îranê berdewam in

12:44 - 2 Îlon 2022

Li spêdeya roja Înê dengê teqînek gelek bihêz li palavgeha neftê ya bajarê Abadanê de hatiye bihîstin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “ÎRNA” ya girêdayî rejîmê, roja Înê 11`ê Xermananê di yekeya faz

a 3 ya palavgeha nefta Abadanê li yekîneya çêkirina kewlem(gogird)ê de teqînek gelek bihêz çê bûye.

Herwisa peywendiya giştî ya kompaniya palavgeha nefta Abadanê jî, nûçeya teqîna yekîneya çêkirina kewlem(gogird)ê a vê palavgehê pejrandiye, û gotiye ti xisarên canî û malî tunebûye.

Palavgeha neftê ya Abadanê mezintirîn palavgehe li Îranê de û ji sedî 25 şewata hewce ya welat dabîn dike.

Her di vê peywendiyê de, di heyama çend salên derbasbûyî de bi awayek berdewam sazigeh, palavgeh û kompaniyayên rejîmê tûşî bûyerên şewat û teqînên cuda bûne, lê heta niha tu berpriseke rejîmê sedema wan bûyeran îlan nekiriye.

Di heyma çend mehên derbasbûyî de, li palavgeha Tehran, pîşesaziya kîmayayî ya Nargustera  Spahan û sazigeha berhemanîna balafirên bê pîlot ya “Hisa” ya li Şahînşehira Îsfehanê de şewat û teqîn qewmîne.

Rojnameya “The Guardian” ya Birîtaniyayê jî, teqîna sazigeha “Hisa”yê girnîgtirîn teqîn da ye zanîn û ew bi gefên berê yên Îsraîlê ve girêda ye.

Pêka rapora vê rojnameyê, piştî vê ku Îsraîlê ragihand ku rejîma Îranê balafirên bê pîlot radestî girûpa Hemasa Felestînê bo şerê Xezeyê li hember Îsraîlê kiriye, her piştî vê jî li sazgeha “Hisa”ya Şahînşehrê de teqîn çê bû û 9 karmanedên wê birîndar bûn.

Di heyam wan çend salan de Îsraîlê bi awayek berdewam navendên navkî û sazgehên çêkirina balafirên bê pîlot yên rejîma Îranê kirine armanc, lê li hember de heta niha rejîma Îslamî ti bersivek wisa nedaye.