Endam û alîgirên Hizba Demokrat di nêzîk bûna 26ê Xermananê de, 30emîn salvegera terorkirina rêberê zanayê Kurd Dr.“Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên propagendeyî bi rê ve birin û yada “Şehîdên Mîkonosê” bilind ragirtin.
Endamên têkoşer ên Demokrat, li şeva Înê 9ê Îlonê, di Awiyera girêayî bajarê Sineyê, bi hilkefta salvegera şehîdkirina Dr.“Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê terorîstên rejîma Komara Îslamiya Îranê ve li restûrana “Mîkonos”ê li bajarê “Berlîn” a paytexta Almaniyayê, bi belavkirina trakt û posteran li cihên wek “Seyrangeha Guyze Koyr, derdora penageha Awiyer û kanî mamatke û kanî Şefa” çalakiyên propagendeyî lidar xistin û soza emegdariya xwe digel şehîdên doza rizgarî û serbestiya Kurdistanê nû kirin û soz dan heta gihîştin bi armancên pîroz ên şehîdan rêbaza wan bidomînin.
Herwisa bi vê hilkeftê, xortên bivêr ên Demokrat li bajarê Mehabadê, di çalakiyek berfireh a propagendeyî de wêneyên rêberê şehîd Dr.“Sadiq Şerefkendî”, yada şehîdên Mîkonosê bilind ragirtin û terorîzma rejîma Îslamiya Îranê bo carek din şermezar kirin.
Di wan cihên bajarê Mehabadê de, çalakiyên propagendeyî hatine lidarxistin: “Kolana Mecbûrawa, Zankoya Azad, Sarimberg û gundên Şîlanavê, Seydavê, Sêraya Şîlanavê, Awayî Qelat, Sarewanan û Laçînê”.
Herwisa têkoşerên Demokrat di bajarê Baneyê de bi hilkefta 26ê Xermananê, salvegera terorkirina Dr.“Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, bi nivîsandina siloganan, çalakiyên propagendeyî lidarxistin û soza emegdariya xwe digel şehîdên doza rizgarî û serbestiya Kurdistanê nû kirin.
Di bajarê Baneyê de li wan cihan çalakiyên propagendeyî hatine lidarxistin: “Ehmedava, Bulwara Merzbanan, Mizgevta Îbrahîmî, Dîwarê Pira Hewayî, rêya Seqizê û Bulwara Seqizê”.