Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina lezgîniya înternetê li Îranê bûye sedem ku karbidestên rejîmê jî nerazî bin

12:24 - 11 Îlon 2022

Daketina lezgîniya hêla înternetê di Îranê de bûye sedema vê yekê ku karbidestên rejîma Îranê ji wê rewşê nerazî bin û daxwaza çareserkirina vê pirisgirêkê kirine.

Piştî vê yekê ku lezgîniya hêla înternetê di piraniya gund û bajarên Îranê de daketiye û heta di hin gundan de qut bûye bi nav nûnerekî rejîma Îslamî gotiye: Rewşa înternetê nebaş e, Wezîrê Pêwendiyan bila rabigihîne ku seba vê yekê biriya Şêwreya Bilind a Dinyaya Xwazekî ye, an pirisgirêkên teknîkî, ku divê bê çareserkirin.

Rewşa aboriya xelkê Îranê kirîzavî ye û niha jî ku beşek zêde ji karûbarên hevwelatiyan bi awayê “Online” ev yeka xwe derbek giran ji aboriya xelkê dide.

Rejîma Îranê çend sal berî niha bi fîlterkirina beşek ji torên civakî hewla kontirolkirina xelkê da û niha jî heyameke ku biriyara kontirolkirina hêla înternetê bi giştî li bin navê “Înterneta Milî” di Îranê de daye û dixwaze bi wî awayî bi ser xelkê de zal be û pêşî ji belavbûna zanyariyên hundirî û pirisgirêkên ku pêsîra rejîmê girtine bigire û herwisa xelkê Îranê jî ji destpêragehiştin bi zanyariyên dûr bike.