Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê li derheq bersîv û bernameya navkiya Îranê daxuyaniyek belav kir

12:27 - 11 Îlon 2022

Troîkaya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “Îran naxwaze ji derfeta dîplomatîk mifahê verbigre û hewla geşedan bi bernameya navkiya xwe daye ku ti hincetek neleşkerî tinîne”.

Troîkaya Ewropayê anku “Birîtaniya, Firansa û Almaniya” li derheq bersiva dawî ya Îranê û herwisa bernameya navkiya vê rejîmê daxuyaniyek belav kir û bi tekezî gotiye: “Dema ku derfeta lihavhatinê bo Îranê hebû, Îran carek din mijarên padimanî anîne berbas”.

Herwisa Troîkaya Ewropayê di vê daxuyaniyê de bi rohnî bas ji şikesta Îranê di wajokirina reşnivîsa yekîtiya Ewropayê kiriye ku Îranê carek din û bi mijarên cuda li derheq hewcehiya pêbendbûn bi yasayên “NPT”yê û lihavhatin digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hincet anîne û ev derfetek gelek baş bû bo Îranê lê mifah jê vernegirt.

Herwisa Troîkaya Ewropayê ragihandiye “Di derheq aloziya bernameya navkiya rejîma Îranê de dê digel hevpeymanên navneteweyî yên xwe şêwrmendiyê encam bide”; Ew hevpeyman welatên weke Amerîka û Îsraîlê ne.

Troîkaya Ewropayê bi tekezî ragihandiye: “Daxwaza Îranê bo daxistina dosyeya peydakirina Uraniyom di 3 binkeyên neragihandî şik û guman li derheq neleşkerîbûna berbnameya navkiya Îranê zêdetir dike û Îranê bernameya navkiya xwe gelek zêdetir ji armancên neleşkerî geşe pê daye”.

Rûsiyê birayara Troîkaya Ewropayê “gelek bê wext” binav kir û rejîma Îranê ew bi karek “jirêderketî û nepejirandî” binav kir û biryara troîkaya Ewropayê bi sedema bandora Îsraîlê da zanîn.

Hewl û lîstokên xapîner ên rejîma Îranê bo qezenckirina dem bo berhemanîna çeka navkî bo hemû aliyan rohn bûye.