Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên berpirsên rejîma gendel tev li derveyî Îranê dijîn

12:59 - 11 Îlon 2022

Kurê Kobra Xezelî seroka Şêwreya Kultûr û Civaka Jinan û Malbata Şêweraya Şoreşa Çandî li Amerîkayê de dijî.

Piştî medyayî bûna nûçeya kurê Enîse Xezelî Cêhgira Karûbarên Jinan û Malbatê ya serkomarê rejîmê ku li welatê Kanadayê de dijî, keç û kurê Kobra Xezelî seroka Şêwreya Çand û Civata Jinan û Malbatê ya Şêwreya Bilind a Şoreşa Çandî jî, li Amerîkayê eşkere bû.

Kurê Enîse Xezelî li Kanadayê xwediyê kompaniyayek li warê çalakiyên “VPN”nê ye ku mezaxta bi qasî sed hezar riyal heye.

Mehdî Xezelî di vê pêwendiyê de gotiye, ev ne pirsgirêke ku çima zarokên berpirsan li derveyî wealt dijîn belkû ew mafê her kesî ye, lê ew bi gendelî û bi perê welatiyan derbasî wir bûne û bixweş bijêwiyek zêde dijîn.

Rejîma Îranê ji aliyekê li navxweyî welat de tev torên civakî fîlter dike ji aliyek din ve jî zarokên wan bixwe xwediyê kompaniyayên “VPN”ê ne.

Bikarhînrên torên civakî li ser rûpelên xwe ji berpirsên rejîmê re nivîsîne, hûn nikarin li dijî dapoşîna bizorê bin demekê ku zarokên we li welatên ku dapoşîn azad e jiyan dikin

Her di vê pêwendiyê Îbrahîm Re`îsî serkomarê rejîmê bo çewtekarî gotiye, berpirsên rejîmê yên ku zarokên wan li derve dijîn du me derfet hene ku an zarokên xwe bînin bo hundrî welat an jî dibe bixwe herin wir, lê ev axavtinên Reş`îsî tev çewt in ji berku ev çendîn sal in ku zarokên wan bi perê welat li welatên Ewropa û Amerîkayê de sermayeguzariyên bî sînor kirin e.