Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di bazara hûrdefiroşên çekan de li cîhanê çekan difroşe

20:05 - 11 Îlon 2022

Piştî êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê bazara ticareta çekan guherînek piçûk li xwe girtiye û Îran, Koreya Bakûr, Pakistan û Tirkiye bazarek kêm di wê bazara pirdahat de peyda kirine.

Pêka gotina çavdêrên bazara çekan, firoşyarên nû yên çekan wek “Îran, Koreya Bakûr, Tirkiye û Pakistan” di vê ticaretê de ku dahatek zêde heye cihpêyek piçûk bo xwe peyda kirine û berhemên leşkeriyên xwe di vê bazarê de difroşin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, 100an dironên cura “Şahid129 û Mihacir6” ên Îranê ji aliyê Rûsiyê ve hatine kirîn ku di şer digel Ukraynê de bikar bîne, lê bi sedema seqetiya wan dironan û pisgirêkên teknîkiyên wan, bi ti awayek nehatine bikaranîn û Rûsiyê ji vê ticaretê rastî xisarê hatiye.

Di heftiya derbasbûyî de jî rojnameya “The New York Times”ê belav kiribû ku, Rûsiye mijûlî kirîna milyonan rakêt û gulleyên xompareyan ji Koreya Bakûr e.

Tirkiye bi firotina dironên “Bayradkdar” û Pakistan bi firotina gulleyan bi Ukraynê beşek ji vê ticaretê encam didin.

Rejîma Îslamiya Îranê bi sedema seqetbûna alavên leşkerî û herwisa nebûna teknolojiya serast û hewce di berhemanîna çekan de bi taybet seqetiya dironan û pirsgirêkên teknîkiyên wan renge nekare bazarek baş bo xwe peyda bike.