Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mezintirîn navenda geşedan bi terorîzma navnetewî ye

11:53 - 12 Îlon 2022

Rejîma Îranê bi dabînkirina çek û teqemenî û handana Hûsiyan bo şer û herwisa piştevanîkirin ji berpirsên Elqaîde û niştecîkirina wan di bajarên wekeTehranê de, bûye navenda geşedan bi terorîzma navnetewî.

Nûnerê taybet ê Amerîkayê li Karûbarê Yemenê “Tim Landerking” li derheq pêwendiya di navbera rejîma Îslamiya Îran û Hûsiyên Yemenê dibêje: “Îran di geşedan bi şiyana leşkerî li warê dironan, alikariyê dide Hûsiyan û pêwendiya wan herdu aliyan pêwendiyek mirinhêner e”.

Herwisa navbirî zêde jî kiriye: “Îran bi cihê aramkirina rewşê, Hûsiyan bo şerê zêdetir han dide”.

“Tim Landerking” daye diyar kirin: “Piştî danûstan û axivtin digel xelkê navxweyî Yemenê û li yên seranserê cîhanê, em dizanin ku ti daxwaziyek bo zivirîn bo şer tinîne û ti kesek nîne ku bixwaze şer çê bibe”.

Rejîma Îranê ji aliyekê berpirsên Hûsiyan bo dana ferman û rêkarên nû ên şer gazî dike û ji aliyê din ve îdia dike ku xwaziyarê aştiyek bi dom di Yemenê de ye.

Herwisa pêka raporên navendên ewlehî yên cîhanê, eşkerebûye ku di dema êrîşa terorîstî ya li sala 2001`an ya li ser herdu bircên bazirganiya cîhanî ya “New York”ê beşek ji berpirsên Elqaîdê ji berî wî demî ve jî li Îranê niştecî bûne û pêwendiyên di navbera wan didomin.

Rejîma Îranê bi afirandina fitneyan li cîhanê û alîkarîdan bi girûpên terorîstî û dabînkirina çek û teqemenîiyan bo girûpên terorîstî, mezintirîn navnda geşedan bi teror û terorîzma navnetewî ye.