Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbasbûna 23 salan girtiyekî Kurd ji îdamkirin û girtîgehê hat rizgarkirin

12:43 - 12 Îlon 2022

Girtiyekî Kurd yê xelkê bajarê “Urmiyê” ku bi sedema kuştina bizanebûn ev heyama 23 salan bû di girtîgehê de bû, û bi îdamê hatibû cezadan roja derbasbûyî bi lêxweşbûna malbata kesê qurbanî ji îdamkirin û girtîgehê hat rizgarkirin.

Roja Yekşemî 19ê Xermananê, girtiyekî Kurd yê bi navê “Remezan Şêxo” xelkê gundê “Dizê” ya girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” ku 23 sal berî niha di şer û pevçûnek nexwastî de kesek bi navê “Husên Nîkzad” xelkê gundê “Dizê” yê girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” kuşit, û piştî wê bûyerê hatibû binçavkirin û bi îdamê hatibû cezadan.

 Piştî derbabûna 23 salan li ser vê bûyerê de, bi kefxweşî ve, bi mezinahiya hevjîn û keç û kurên xwedêjêrazî “Husên Nîkzad” roja derbasbûyî li dozgeriya bajarê “Urmiyê” bi awayekî fermî, lêxweşbûn û ji îdamkirin û girtîgehê rizgar bû, û zivirî bo hêmbêza malbata xwe.

Hêjayê behskirinê ye ku, xelkê deverê û ridîn sipiyên gundê “Dizê” di wê karê pîroz de hewlek zêde dan.