Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Parlementerên Herêma Kurdistanê li derheq hevgirtina Partiya Demokrat peyameke pîrozbahiyê bo Partiya Demokrat şandin

13:28 - 12 Îlon 2022

Yekîtiya Parlementerên Herêma Kurdistanê li derheq hevgirtina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê şandin

Yekîtiya Parlementerên Herêma Kurdistanê peyamek rû bi rêberatiya Partiya Demokrat belav kirine, hevgirtina Partiya Demokrat hemû malbata mezin a Pêşewa Qazî Mihemed, anku endam û têkoşerên Partiya Demokrat pîroz kirine û ew biryara bi pêngavek binirx li pêxema geşedan bi xebata siyasî û neteweya Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de nirxandine.

Her di vê peyamê de hatiye ku, belavbûna mizgînî û nûçeya hevgirtina herdu aliyên Demokrat ku di bingehê de jî her yek bûn, mixabin bo heyamekê ji hev veqetiyabûn, em bi tevahî dilxweş û şa kirin. Lewma tevî pîrozbahî gotina vê serkevtinê, alxeyîn in ku ev pêngava binirx dê guherîneke dîrokî ya bihêz di proseya xebata siyasiya neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û dê germiyek zêdetir bide vê xebata bidom û qutnebûya Partiya Demokrat ku li pêxema bidestxistin û dabînkirina mafê neteweyî û niştîmanî de ye.

Di beşek din a vê peyamê de hatiye, Neteweya me li ser axa xwe gelek dijmin û nehez hene û neyarên Kurd tevî dijayetiyek tund digel tevgera Kurd, mifah ji dijayetiyên navxweyî yên Kurd vergirtine, lewma em alxeyîn in ku ev yekbûn, yekçeperî û yekhelwestî, derfetek berfirehtir bo berevanîkirin ji xwe û pêşxistina xebata rewa ya me diafirîne.