Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mehabad û Baneyê de çalakiyên propagendeyî bi rê ve çûn

16:56 - 12 Îlon 2022

Bi hilkefta 26ê Xermananê di bajarên Mehabad û Baneyê de, salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî”  û hevalên wî di restûrana Mîkonosê de çalakiyên propagendeyî hatin lidarxistin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Mehabadê, bi hilkefta 26ê Xermanan, 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, ji aliyê terorîstên rejîma Îranê li Berlîn a paytexta Almaniyayê, çalakiyên propagendeyî lidar xistin.

Pêka nûçeya gihîştî bi Navenda Ragihandina PDKÎ, di nêzîkbûna 26ê Xermananê, 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî “Fetah Ebdulî û Homayûn Erdelan” ji aliyê terorîstên Komara Îslamiya Îranê ve li restûrana “Mîkonos” a Berlîn a paytexta Almaniyayê, endam û hogirên PDKÎ di bajarê nîştimanperwerên Mehabadê di wî bajarî de bi nivîsîna silogan û belavkirina wêneyên rêberê şehîd, soza emegdariya xwe digel rê û rêbaza şehîdên doza azadiya Kurdistanê nû kirin û soz dan heta gihîştin bi armancên pîroz ên şehîdan domderê rêya wan bin.

Di wan taxên bajarê Mehabadê de ku çalakiyên piropagendeyî bi rê ve çûn wiha ne: “Erdên bajarvaniyê, girê Homa, girê Qazî, dola Kêvroşkan, Fecra Serî, şehreka Karmendan, şehreka Seba, Kanî Sofîreşîd, zanîngeha Peyama Nûr û azad”.

Herwisa di bajarê Baneyê de li nav bajar û gundên derdorê, çalakiyên propagendeyî hatin lidarxistin.