Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên rejîma Îranê bi aşkera gefa çêkirina Bomba Etomî dikin

12:59 - 2 Îlon 2022

Di demekê de ku pirsa danûstandina bernama navkiya rejîma Îranê hemî cîhan bi xwe ve mijûl kiriye, parek ji deshilatdarên rejîmê gefa çêkirina çeka navkî dikin.

Roja Pêncşemiyê 1ê Îlona 2022`an, Îsmaîl Koserî yêk ji fermandên berê ye Sipaha Pastarana terorîst, endamê niha yê meclisa rejîmê, gef ji welatên Rojavayî yê aliyê Bercamê xwariye û gotiye: Em niha dikarin gelek bi lezgînî meyandina Oraniyoma ji sedî 60 bigehînine ji sedî 90 û bomba Etomî çêbikin.

Wî deshilatdarê rejîm herwisa got: Rojavayî yan hewcehî bi me hene, lewma ewa emin ku rêreva danûstandinê diyarî dikin, ne ewa ku ev bo me rê û hêlan diyarî bikin.

Navbirî herwisa gef xwar û got: Hekî aliyê danûstandinkar gel me rêk nekeve, û daxwaziyên rejîma Îranê qebûl neket, em hingê dikarin heçî karekê bikin.

Rejîma Îranê di bin barê girane givaşên navnetewî û dorpêçên abûrî de, bi her awayekê dixwaze şert û mercên Rojavayî yan qebûl bike û teslîm be, hinek ji deshilatdarên rejîmê tenê bo xapandina raya giştiye xelkê navxwe ye Îranê gefa çêkirina Bomba Etomî dikin.