Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Josh Gottheimer: Berpirsên rejîma Îranê cihê baweriyê nin

12:26 - 13 Îlon 2022

Nûnerê Demokratxwaz yê Kongreya Amerîkayê “Josh Gottheimer” dibêje: “Berpirsên rejîma Îranê hevpeymanê Çîn û Rûsyayê ne û herwisa hevpeymanê “Putin” in bo êrîşkirin li ser Ukrayînê, her ji ber vê yekê ye ku berpirsên rejîma Îranê bo gihîştin bi lihevkirinê cihê baweriyê nin.

Roja Duşemî 21`ê Xermananê “Gottheimer” nûnerê Demokratxwaz yê Kongireya Amerîkayê, di hevpeyvîn digel rojnameya “The Jerusalem Post” ê de li derheq mijara lihevkirina navkî ya digel rejîma Îranê gotiye: “Tevî vê ku berprisên Amerîkayê hemû hewla xwe didin da ku digel rejîma Îranê lihevkirinê pêk bînin, lê berpirsên rejîmê bi berdewamî hincetên cuda tînin û naxwazin ev lihevkirina pêk bê, her ji ber vê sebebê ye ku ji ti kesî û ti aliyekî veşartî nine ku ev rejîma cihê baweriyê nine û nabe Amerîka digel rejîmek wiha ku piştevanê sereke yê terorîzimê li cîhanê de ye lihevkirinê encam bide.”

Navbirî di berdewamiyê de diyar kir: “Rêberên rejîma Îranê ev mirov nin ku bikarî bawerî bi wan hebin û digel wan lihevkirinê encam bidin, rejîma Îranê hevpeymanê nêzîk yê welatên weke Çîn û Rûsyayê ye û balafirên bê pîlot yên xwe û bi mebesta êrîşkirin li ser welatê Ukrayînê ji Rûsyayê re firotine.

Di dawiyê de wî nûnerê Kongireya Amerîkayê daye diyar kirin: “Kongireya Amerîkayê bi yekdengî ji serkomar daxwaz kirine, bona gihîştin bi lihevkirinê digel rejîma Îranê lez neke û eger wî karî encam bide dê rûbirûyî bertekên tund yên Kongireyê bibe.”