Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo xwendekarên ku dixwazin li derveyî welat xwandina xwe berdewam bikin, astengiyan çê dike

12:31 - 13 Îlon 2022

Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê, bo rêgirîkirin ji derkevtin û doma hînkariya xwendekaran li derveyî Îranê, astengên nû çêkirine û barimteya derkevtin ji Îranê gelek zêde kiriye.

Pêka nameya Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê bo zanîngehên pizîşkî yên Îranê, vê wezareta rejîmê rêjeya barimteya derkevtin a xwendekaran ji Îranê ku bi armanca berdewamkirina hînkariyê diçin derveyî welat, nêzî 100 hember zêde kiriye û rejîm bi wî awayî dixwaze ji derketina xwendekarên zanista pizîşkî ji Îranê rêgiriyê bike.

Pêka vê nameyê, her xwendekarek berî derkevtin ji Îranê bi wajokirina soza nivîskî û barimteya kesek din û bi danîna belgeyên milkî an barimteya bankî, sozê bide ku piştî bi dawîhatina qonaxa hînkariyê bo Îranê vegere.

Herwisa pêka vê nameyê, barimteya xwendekaran di qonaxa dixtoriya pizîşkî de,150 milyon Tûmen û bo beşa karnasiyê 60 milyon Tumen di her salê de ye ku di rewşa niha ya hejariyê de piraniya xwendekaran  nikarin wan hemû mercan cî bi cî bikin.

Rejîma Îranê bi wî awayî hewlê dide ku rêgirî ji dev berdana xwendkarên pizîşkî li welat bike û herwisa derçûyên zanista pizîşkî neçar bike ku bo Îranê bizivirin.