Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Valahiya çavdêrîkirin li ser bernameya navkiya Îranê zêdetir bûye”

13:00 - 13 Îlon 2022

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî yê Wizeya Navkî “Rafael Grossi” li derheq zêdebûna valahiya çavdêrîkirin li ser bernameya navkiya rejîma Îranê, hişdarî da.

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî yê Wizeya Navkî “Rafael Grossi” tevî îşarekirin bi vê ku valahiya çavdêrîkirin li ser bernameya navkiya Îranê zêdetir û mezintir dibe hişdarî da û got: “Eger Îran û hêzên cîhanî bo çareserkirina astengên dawî yên bo zindîkirina Bercamê li hev bikin, lêkolerên Ajansê bo ceribandina rastiya çalakiyên navkî yên Îranê hewcehî bi demek gelek zêde hene.

Herwisa “Rafael Grossi” diyar kir: “Îran divê bi rohnî kar bike û destpêragihîştina hewce û tevaw bo çavdêriya Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, dabîn bike”.

Dosyeya rejîma Îslamiya Îranê li Şêwreya Hukam de tê gengeşekirin û rejîma Îranê heta niha ti bersivek serast li derheq peydabûna Uraniyoma meyandî li 3 binkeyên neragihandiyên xwe ti bersivek serast nedaye û beşek ji kamêrayên çavdêrîkirin yên Ajansa Navnetewî daxistine.

Rejîma Îranê tevî daxwaza daxistina vê dosyê, daxwaza garantiyê jî bo nevekirina dubare ya vê dosyeyê dike ku bi ti awayek nehatiye qebûlkirin û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li ser bersivdana rejîma Îranê pêdagirî dike.

Pîlanên rejîma Îranê bo qezenckirina dem bo berhemanîna çeka navkî bo hemû aliyên beşdar li Bercamê rohn e.