Desteya Bilind a “Tevgera Xwebûn”ê bi hilkefta hevgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat peyameke pîrozbahiyê şand.
“Tevgera Xwebûn”ê bi şandina vê peyamê bo Hizba Demokrat kêfxweşiya xwe li derheq hevgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat da xuya û ew hevgirtin bi pêngavek dîrokî nirxand.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar: Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Mijar: Pîrozbahî
Bi hilkefta hevgirtina refên Hizba Demokrat piştî ji hevqetiyan û cudabûneke nexweş, em pîrozbahiyê bo we rêzdaran dişînin û bi germî destxweşî li vê pêngava dîrokî dikin.
Hevgirtina dubare ya Hizba Şehîdan û rêbaza azadîxwaziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, biryarek pîroz û bivêrane ye ku dibe sedema geşekirina xebat û tekoşîn û hêvîdarî bo serkevtinê.
Desteya Bilind
Tevgera Xwebûn
Qamişlo 2022.9.11