Komîteya Navendî ya Rêkxirava Fedayîanê Xelqê Îranê, di nameyekê de rû bi Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pîrozbahiya hevgirtinê li Hizba Demokrat kir.
Di vê peyamê de hatiye, em wek hevrê û hevpeymanên berê bi vê biryara ve dilxweş in û em wisa hizir dikin ku hevgirtina Demokratan karlêkeriyek gelek baş di proseya xebata Netewî-Demokratîk a Kurd û tevgera azadîxwazî û dadperweriyê li seranserê Îranê hebe.
Di beşek din a vê peyamê de hatiye ku, hemû hizb û aliyên siyasî dizanin ku beşek ji pirsgirêk û dijayetiyên di navbera refên Opozîsiyonê, astengiya bingehîn bo hevgirtin û çêbûna alternatîva Komara Îslamî ye. Lewma em hizir dikin di berdewamiya hevkarî û xebata yekgirtiya xwe de hewcehî bi hevhizriya tev aliyan û bi nirxandinek serast li rewşa niha ya civakê de heye ku rêkar û şêwaza bi wec bo xebata giştî li dijî Komara Îslamiya Îranê bidin ber xwe.
Rêkxirava Fedayîên Xelqê Îranê di vê nameyê de li ser vê yekê pêdegirî kirine ku baweriya tevaw bi mafê rewa û mafê hemû neteweyên Îranê heye û wisa hizir dikin ku gihîştin û bidestxistina wan mafan girêdayî bi xebata hevpar û hevpêwendiya giştî li dijî Komara Îslamî ye.