Bi nav nûner û seroka frankisyona jîngeha mecila rejîmê Someye Refî`î çikirina bizanebûna gola Urmiyê red nekiriye û gotiye dibe dahata Lîtyomê digel çikirina golê bidin berhev.
Di heyama rojên derbasbûyî de seroka fraksyona jîngeha mecila rejîmê, Someye Refî`î, ji aliyekê gola Urmiyê xeleka zêrîn a fîrûzeyî binav kiriye û ji aliyek din ve jî bikaranîna kangaya Lîtyomê red nekir û gotiye sûd wergirtin ji Lîtyomiya nav golê de hewcehî bi lêkolînên giştî heye.
Di berdewamiyê de wê berpirsa rejîmê diyar kiriye, derxistina kangaya Lîtyomê dûr ji hizrê nine û dibe em derxistina vê digel çikirina golê bidin berdev da ku zelal be ku nirxa vê yekê ye an na.
Ev gotên Someye Refî`î nîşana rêxweşker û amadekirina hizra xelkê rûniştî yên li derdora golê bo dema çikirina yekcarî ye.
Her di vê pêwendiyê de jî Prof. Nasr Aq endamê heyeta zanistî ya zanîngeha Urmiyê gotiye, îhtmalek gelek zêde heye ku heta salek din gola Umriyê bi yekcarî çik bibe an jî dê bibe hilm û zindî kirina vê gola bi vê mezinahiyê ti carî çareser nabe.
Pêka lêkolînên ku li derheq çikbûna yekcarî ya gola Urmiyê hatine encam dan, nêzî 6 milyon rûniştiyên parêzgehên derdora vê dibe koçber bin û bahozên xwey heta nêzî bajarê Tehranê dê jiyana xelkê têk bidin.