Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bilindbûna nirxa kelûpelên xwandinê di Îranê de bandorek nerênî li ser xwandinê danye

16:08 - 14 Îlon 2022

Nirxa kelûpelên hewce bo xwandina dersxwanan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayek berçav bilind bûye û ev yek bandorek nerênî li ser xwandina wan danye.

Di nêzîkbûna destpêka sala nû a xwandinê li Îranê de û di niha de malbatên xwedî derisxwan divê kelûpelên hewce bo xwandina zarokên xwe dabîn bikin, lê di bin siya rejîma Îranê û rojreşiya ku bi ser xelkê de sepandiye hejmarek zêde ji malbatan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bo dabînkirina kelûpelên hewce bo xwandina derisxwanên xwe rastî arîşe û astengiyan hatine.

Pêka amarên nefrmî yên ku hatinî belav kirin, nirxa kirîna kelûpelan bo xwandina her dersxwanekê di Îranê de 5 miliyon û 700 hezar Tumene.

Di niha de ku rewşa aboriya xelkê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nebaşe malbatan şiyana kirîna kelûpelên hewce bi wan nirxan nîne, û eva bandorek nerênî li ser meşa xwandinê daniye, pêka amaran di sala 1399an heta 1400an a Rojî zêdetir ji 970 hezar û 871 derisxwan bi sedema pirsgirêkên malî dev ji xwandinê berdane û ev yek bixwe cihê nîgeraniyê ye.

Hêjayî bas kirinê ye ku di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, welatiyan bona hevkarîkirina malbatên kêm dahat û bo pêşî girtin ji paremana dersxwanan kempeyin danîne û bi komkirina hevkariyan kelûpelên hewce bo wan derisxwanan dabîn dikin.