Pêka lêkolînên kempêyna mafê mirovî li Îranê rejîma Îranê di 6 mehan de 306 kes bidar vekirine û herwisa cezaya bidarvekirinê li ser hejmarek din jî hatiye sepandin.
Di halekê de ku nerizayetî li derheq sepandina cezayên bidarvekirinê û serkutkirina neraziyan di Îranê de didome, amarên kempêyna mafê mirovî li Îranê dide xuya kirin ku rejîma Îranê di 6 mehên derbasbûyî de 306 kes bidar vekirine; Ew amar di halekê de ye ku piraniya kesên bidarvekirî ji kêmîneyên netewî ne û 4 kes ji wan jî jêr 18 salan temenê wan bûye.
Herwisa pêka vê amarê, rejîma Îranê di 9 mehên derbasbûyî de 374 kes bi dar vekirine.
Rejîma Îranê piştî Çînê zêdetirîn amara bidarvekirina xelkê heye û bi berçavgirtina heşîmeta Îranê di hember Çînê de, rejîma Îranê zêdetirîn amara bidarvekirinê pêka heşîmetê heye û ew amar rojbiroj zêdetir dibe.
Rejîma Îranê bo sepandina desthilata xwe û aramkirina rewşa aloza Îranê girîngiyê bi bidarvekirinê dide û cezaya bidarvekirinê li ser xelkê disepîne.