Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavkaniyên ava parêzgeha Luristanê bi lezgînî kêm dibin

17:09 - 14 Îlon 2022

bi sedema birêveberiya xirab a ava parêzgeha Luristanê û kêmbûna avên herkîn di vê parêzgehê de pirsgirêkên micid ên bêaviyê di vê parêzgehê de zêdetir û dijwartir bûne.

Serokê Devera Avrêja çemê Kerxê “Şapûr Recayî” tevî îşarekirin bi kêmbûna lezgîn a çavkaniyên ava parêzgeha Luristanê gotiye: “Pêka rewşa çavkaniyên avê û lêkolînan, kêmbûna barînan li 2 salên derbasbûyî de, bûye sedema kêmbûna lezgîn a çavkaniyên avê û ew rewş bi qasek dijwar e ku bo dabînkirina ava vexwarina parêzgeha Luristanê di demsala Payîzê de em gelek nigeran in”.

Beşek zêde ji ava parêzgeha Luristanê bo derveyî parêzgehê bi taybet bo bajarê “Qum”ê tê veguhastin û ew yek bûye sedema kêmbûna avên herikî ên parêzgehê.

Di berdewamiya bêavî di parêzgehên Kurdistanê de li gundê “Kerembest” a girêdayî devera “Bîlwar” li parêzgeha Kirmaşanê, 400 hiktar ji baxçeyên xelkê hişik dibin û eger neyên avdan dê bi tevahî ji nav herin.

Rejîma Îranê bi ti awayek amade nîne pirsgirêka bêavî li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê çareser bike û bervajî hewlê dide ava heyî jî bi boriyan bo çolên navenda Îranê veguhaze.