Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebarî gefên li ser zairên Îranî di Îraqê de, rejîm xelkê tûj dide herin Îraqê

13:02 - 2 Îlon 2022

Zairên Îranî ku bi boneya Erbe`îna Husênî dixwazin herin ziyareta Necef û Kerbelayê, rastî gef û sivkatiya xelkê Îraqê hatin, rejîma Îranê jî bi bê berçav girtina ewlehî û arîşeyên ku bo wan çêdibin, xelkê tûj dike d ku herin û serdana wan 2 cihên pîroz bikin.

Roja Pêncşemiyê 1`ê Îlona 2022`an, serokê komîta çandî û perwerda stada Erbe`îna Îranê ragihand: Ev kesên ku dixwazin herin ziyareta merqedê Îmaman li Kerbela û Necefê, hewceye bi Maşînên xwe heta ser sinûr herin, ku renge îsal bi berewajiyê salên berê, tu Maşînek xêra xwe wan siwar neke, hewceye digel xwe pere û erz bibin ku di nava Îraqê de jî heçî Maşînek wan siwar bike renge xêra xwe nebe û daxwaza kirê bike.

 Hemî salê rejîma Îranê emrazên hatinûçûnê bo zaira dabîn dikirin heya ser sinûr, û di nava Îraqê de jî hemî hewcehiyek bi selewatî (bê beramber) bo wan dihate dabîn kirin û kesê netenê kirê ji wan zairan nedistan, belkî heya digihîştin meqsedê, her tiştekî hewce wek xwarin û vexwarinê jî qiraxa riyan bi bê beramber dihate danê.

Lê, îsal bi hegera siyasetên çepel û destêverdanên rejîma Îranê di nava Îraqê de, û bêzariya xelkê Îraqê ji rejîma axundî, pirsgirêkan bo zairên Îranî re tînine pêş, û kes wan li Maşînên xwe siwar nake, kes netinê hewcehiyan bi bê beramber nade wan, belkî heta bi pere jî tişan nafiroşne wan, û gelek cihan riya wan girtine û maşînên hilgirên zairên Îranî yan zivirandine, yan maşînên wan dane ber dar û beran û şikandine, û çendîn cihan jî xelkê wêzarbûyî yê Îraqê bi çekan teqe ji Îraniyan kirine.