Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna Wezîra Derve ya Swêdê digel hêzên Kurdistanî

22:04 - 14 Îlon 2022

Hêzên Kurdistanî ji 4 aliyên Kurdistanê digel Wezîra Derve ya Swêdê “Ann Linde” yê di bargeha sereke a Partiya Sosyal Demokratan” li bajarê Stockholm”ê kom bûn.

Di çend rojên derbasbûyî de nûnerên Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistaniyan ku ji partiyên her 4 aliyên Kurdistanê û rêkxiravên medenî pêk hatibû, digel Wezîra Derve ya Swêdê “Ann Linde” di bargeha sereke a Partiya Sosyal Demokratan” li bajarê Stockholm”ê kom bûn.

Di destpêka vê civînê de, “Ann Linde” bas ji rewşa niha ya Swêdê û endametiya Swêdê li NATOyê kir û piştre bas ji rêkevtina Swêd û Fînlend û Tirkiyê kir û herwisa tekez kir ku hikûmeta Swêdê ti carî pişta Kurd bernade û rêkevtina wan digel Tirkiyê li ser hesaba Kurd nîne û Swêd ti carî Kurdan radestî Tirkiyê nake.

Hêjayê beshkirinê ye ku nûnera PDKÎ “Aware Celalî” jî, di vê kombûnê de başdar bû.