Li gorî encama kombûna şêwra yê perwerde û hînkarî ya bajarê Mehabadê, rêjeya nexwendewariya xelkê di wî bajarî de gelek zêde ye.
Serokê îdareya “sevad amûzî” a bajarê Mehabadê “Luqman Pîrotî” got: Zêdetirîn rêjeya nexwendewariyê di asta Îranê de li ber parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Xuzistan û parêzgeha Urmiyê kevtiye.
Navbirî zêde jî kir: Zêdetirîn amara xwendewariyê li bajarên Tehran, Mazenderan û Qezvînê hatiye tomarkirin.
Herwisa pêka amarên ku hatine belavkirin nexwendewartirîn parêzgeh di asta Rojhilatê Kurdistanê de parêzgeha Urmiy e ku bajarên Xoy û Mehabadê yên girêdayî wê parêzgehê di pileya yekem û duyem de cih girtine.
Serokê îdareya “sevad amûzî” a bajarê Mehabadê îşare bi wê yekê jî kiriye ku: Tenê li bajarê Mehabadê û deverên derdornişîn nêzî 8 hezar û 675 welatiyên Kurd yên di navbera temenê 10 heta 49 salî de nexwendewar in û herwisa got jî di vê amarê de Yek hezar û 700 kes mêrin û yên din jî jin in.
Siyaseta sîstematîk a rejîma Îranê ji bo nexwendewar ragirtina xelkê Kurdistanê û pêşîgirtin li zêdebûna asta agahiya xelkê bo berdewamiya desthilatdariya xwe binpê dikin û her wek di vê amarê de jî xuya ye yek ji sebebên nexwendewariya xelkê, xemsariya rejîma Îranê û cudahîxistin di navbera neteweyan de ye.