Rejîma Îranê îdia dike ku Mehsda Emînî piştî binçavkirinê tûşî pirsgirêka dil bûye, lê ew welatiya bi sedema lêdan û îşkenceyên hêza Întizamî û derba ku bi serê wê kevtî, rastî mirina mejî hatiye û di komayê de ye.
Mehsa(Jîna) Emînî welatiya Kurd a xelkê bajarê Seqizê ku temenê wê 22 sal e, ji aliyê “Geşta Îrşad” a hêza Întizamî ya rejîma Îranê roja 22ê Xermananê de li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin û piştî lêdan û îşkenceyê û lêdana derb bi serê wê, rastî xwînrêjiya mejî hat û niha di komayê de ye.
Pêka nûçeyên belavbûyî, xalê Mehsa Amîniyê gotiye ku dilê Mehsayê bi nîveyî kar dike û gurçikên wê ji kar kevtine û herwisa biryê Mehsayê yê bi navê “Kiyareş Emînî” gotiye ku serûçavên Mehsayê werimîne û pêyek wê şîn bûye.
Di torên civakî de bi awayên cuda bas ji rewşa Mehsayê hatiye kirin û di tora civakiya Twitter”ê de heştek a Mehsa Emînî bûye rojev û di “Club House”ê de çendîn Ode li lê derheqê de li ser bas dikin.
Elî kerîmî fûtbalîstê berê yê Îranê bi belavkirina wêneya Mehsayê li ser textê nexweşxanê, li tora civakiya “Twitter”ê nivîsandiye: “Kaweyê paşeroja Îranê, jin e” û beşek din ji bikarhênerên vê tora civakî “Geşta Irşad”ê bi Geşta Kuştar”ê binav kirine.