Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba demokrat daxwazê ji hemî endam û alîgirên xwe li welatên Ewropayê dike ku tevlî merasim 30 saliya terora Mîkonosê bibin

13:50 - 16 Îlon 2022

Di devedevê 30emîn salvegera terora Mîkonosê û şehîd bûna Dr. Sadiq Şerefkendî û hewalên wî de, kumîtên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatên cuda cudaye Ewropayê de, daxwaz ji hemî endam û alîgirên Hizbê kirine ku roja 26ê Xermananê, di hemberî 17ê Siptambrê, li merasima bîranîna 30 saliya şehîdên Mîkonosê, li bajarê Berlîna Alman amade û beşdar bin.

Hizba Demokrat bi taybetî li welatên Iskandînawî ji hemî endam û alîgir û dostên xwe û hemî xebatkarekî Kurdê ji her çwar perçên Kurdistanê ku li Ewropa dijîn, daxaz kiriye ku beşdariyên di merasima Berlînê de bikin.

Di parek ji daxwaza kumîtên Hizba Demokrat de hatiye: Bi armanca bilind nirxandina yadê Şehîdên Mîkonosê, û peyman nûkirina digel riha Şehîdan, herwisa şermezarkirina terorîzma navdewletiye rejîma terorîstperwere komara Îslamî, hewceye ku her endamekî PDKÎ di roja 17ê Siptambrê li Berlîna Alman de amade bin û tevlî girseya yadê 30 saliya şehîdên Mîkonosê bin.

Kumîtên PDKÎ ji hemiyan û bi taybetî ji endamên Hizbê daxwaz kiriye ku bila bi kincên Kurdî û Pêşmergane beşdar bin.

Herwisa Kumîta PDKÎ li Feransê jî daxwaz ji hemî endam û alîgir û dostên Hizbê kiriye ku bona bilind nirxandina yadê şehîdên Mîkonosê, hemî demjimêr 1 û nîvê Nîvroya roja 17ê Siptambrê li goristana Pîrlaşêzê li ser mezarê şehîdan amade û beşdar bin.

Bêguman beşdariya we endam û alîgirên Hizbê di wan merasiman de, jibilî peyman nû kirina digel riha şehîdan û şermezarkirina terorîzma Komara Îslamî, dibe sedemê bihêzbûna refên xebata we bo azadî û demokrasiyê û mafê netewî, ku hivî û armanca hemî şehîdan bûye.