Di 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, ji aliyê terorîstên rejîma Îranê li Berlînê, çend nûçegihaniyên binavbang ên cîhanê di vê derheqê de rapor belav kirine.
Nûçegihaniya “Deutsche Welle” a welatê Alman raporek bi nîvîsa “Perwîz Destmalçî” belav kiriye û navbirî ku şahidê vê terorê bûye, bas ji hûrdekariyên vê terorê kiriye; Di vê raporê de bi rohnî bas ji vê yekê hatiye kirin ku rejîma Îranê tevî xebata siyasî li dijî Hizba Demokrat hewla jinavbirina fîzîkî jî dide.
Herwisa nûçegihaniya Kêyhan a Lendenê jî di vê derheqê de raporek belav kiriye û di vê raporê de bas ji sîstema rejîma Îranê di terorkirina neraziyan û dijberan kiriye û rejîma Îranê bi sîstemek cinaytkar binav kiriye.
Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî “Homayûn Erdelan û Fetah Ebdulî” û herwisa “Nûrî Dêhkurdî” di vê terorê de hatine şehîdkirin û dadgeha fedrale alman a li jêr navê dadigeha Mîkonosê, rejîma Îranê bi bikerê vê terorê mehkûm kir.