Welatiya Kurd a 22 salî “Mehsa(Jîna) Emînî” xelkê bajarê Seqizê, bi sedema lêdan û îşkenceyên “geşta Îrşad” a hêzên Întizamî li roja Înê piştî 3 rojan berxwedan digel mirinê, canê xwe ji dest da.
“Mehsa(Jîna) Emînî” ku bi sedema lêdan û îşkenceyên geşta Îrşad” a hêzên Întizamî hişyariya xwe ji dest dabû û di nexweşxaneya “Kesra” a bajarê Tehranê di komayê de bû, û roja Înê 25ê Xermananê, canê xwe ji dest da û bi wî awayî rejîma terorîstpewer û serkutkerê azadî û hemû xwestên rewayên mirovî, rûpelek din ji dîroka reşa xwe tomar kir.
Rejîma Îranê îdia kiribû ku “Mehsa(Jîna) rastî pirsgirêka dil hatiye lê malbata vê keça Kurd ew îdiaya rejîma Îranê bi tundî red kirine û gotine ku ti pirsgirêkeke tendirustiya vê tune bûye û pêka gotina pizîşkên pispor, xwîna rijiyayî ji guhê Mehsayê nîşandeka derbek giran bi serê vê ye.
Canjidestdana Mehsayê nîşandeka asta zulm û zordariya rejîmê û asta tundutijî li hember kesên bêtawan dide xuya.