Endamên Hizba Demokrat li bajarên “Pîranşar, Nexede, Bane û Dêwlan”ê bi armanca bi bilindragirtina yada Dr. “Sadiq Şerefkendî” û şehîdên “Mîkonosê”, çalakiyên berfireh ên propagendeyî li dar xistin.
Evîndar û dilsozên Hizba Demokrat li bajarê Pîranşar û Nexedê bi hilkefta 26ê Xermananê, 30emîn salvegera terorkirina Dr.”Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî çalakiyên berfireh ên propagendeyî li dar xistin; ew cihên ku çalakî hatine encamdan ew in: “Badînawêya Menguran, Dîwarê Pasgaha Legbin, gundê Deştîqurê, gundê Legbin, gundê Kanî Mela, Kanî Budax, Xurînc, Şirketa nefta Legbin, qutabxaneya Hacî Xelde, Gergûla Serî, gundê Peswê”.
Ew çalakiyane bi wêneyên şehîdên “Mîkonosê” bi taybet wêneya Dr. “Sadiq Şerefkendî” hatibûne exemilandin.
Herwisa di qutabxaneya “Mîney Xidirî” li ser rêya “Ehmedawa” a ser bi bajarê “Bane”yê, endam û alîgirên Hizba Demokrat bi vê hilkeftê, alaya Kurdistanê bilind kirin.
Ji aliyê din ve, endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera “Dêwlan” û derdorê wê deverê bi hilkefta 26ê Xermananê salroja terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” çalakiya propagendeyî bi rê ve birin.
Endamên têkoşer ên Hizba Demokrat di wê deverê de poster û wêneyên taybet bi şehîdên “Berlîn”ê çap û belav kirin.
Di nav bajarê Dêwlan”ê jî li taxên “Cehadgeran, Şafi`î, Awiyer, Beharan, Kelemile, Parka Lale, qutabxaneya Te`irîf, derdora îtihadiye û nevenda tomarkirina barê kesayetiya Dêwlanê, taxa Genawe, tevawê Meskenên Mêhr ên bajar, taxa kevnar a Dêwlanê û rêya Kamêran-Dêwlanê, çalakiyên propagendeyî hatine encamdan.
Herwisa li gundên “Bekrawa, Eliyawêya Muşîr, Kêle Gilan, Sofawa, Ehmedawa, Nebiyawa, Girdmîran, Silsile, Sedê Me`iden, Seng Siya, Teymz Qolî”yê de li bajarê Dêwlanê çalakî bi rê ve çûn.