Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kirîza baweriya giştî li Îranê, rewatiya birêveberan ji nav biriye

13:04 - 2 Îlon 2022

Serokê berê yê Navenda Parêzerên Îranê “Elî Necefî Tewana” gotiye: “Di civakekê de ku mirov nekarin ji rêyên yasayî ve armancên xwe yên yasayî bi dest bixin, neçar in ji rêyên neyasayî ve bigihîjin wan armancan”.

Serokê berê yê Navenda Parêzerên Îranê “Elî Necefî Tewana”di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Ê`itimad Online”ê de gotiye: “Dema ku ti rêyek bilî rêyên neyasayî bo gihîştin bi armancên yasayî tinîne, bilî tundîtîjî, sextekarî û jirêderketinê ti rêyek din namîne, lewma Îran ji warê tawanan ve serrêj bûye.

Herwisa navbirî gotiye: “Bi sedema nerizayetiya xelkê ji rewşa heyî, rewşa pîskolîjîka ji sedî 80 ya xelkê Îranê asayî nîne û amara kuştin, tunditîjî gelek zêde ye û ew tunditîjî alava xelkê bo bidestxistina armancên xwe ye”.

Cezayê Îslamî dijwartirîn ceza di cîhanê de ye lê di Îranê de bersivê nade, bi vê sedemê ku daxwaziyên bingehîn ên xelkê, di Îranê de nehatine berçavgirtin û êdî kes ji binçavkirinê natirse, lewma civaka Îranê di hundir de dihloşe û nifşa nû netenê bawerî li birêveberên civak û bernamerêjiyên wan nakin, êdî baweriya xwe bi dêv û bavê xwe jî ji dest dane.

Herwisa “Elî Necefî Tewana” gotiye: “Îran digel kirîza baweriya giştî rûbirû bûye û vê yekê rewatiya birêveberan ji nav biriye”.