Hejmarek zêde ji xelkê li bajarê Tehranê li derheq kuştina Jîna(Mehsa) Emînî, ji aliyê hêzên gemar ên “geşta îrşad”, xwenîşandana nerizayertiyê lidar xistin û li dijî rejîmê û “Elî Xamineyî” silogan dan.
Piştî îşkencekirin û kuştina “Jîna(Mehsa) Emînî” ji aliyê “geşta îrşad” a ser bi Hêza Întizamiya Rejîma Îranê, xwenîşandanek bi kerb û kîn a xelkê li derdora nexweşxaneya Kesra û meydana “Arjantîn” li bajarê Tehranê bi rê ve çû û xwenîşanderan tevî nîşandana bêzariya xwe ji tundûtîjî û serkutkiriyên dezgehên ewlehî yên rejîmê, siloganên weke “bimire dîktaror û bimire Xamineyî” dan.
Herwisa “Koşka Sipî” ya Amerîkayê, kuştina Jînayê bi “tawanek ku nayê jêbihorîn” binav kir û herwisa nûnerê Amerîkayê li Karûbarê taybet bi rejîma Îranê “Robert Malley” li derheq kuştina “Jîna”yê bi tekezî gotiye: “Divê ji kesên ku berpirsên kuştina Jînayê ne lêpirsîn bê encamdan”.
Herwisa Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê jî, tevî şermezarkirina vê cinayeta rejîmê, daxuyaniyek belav kir û daxwaza bêdengnemana xelkê û lidarxistina xwenîşandana nerizayetiyê ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir.