Dayîk û bavê “Îbrahîm Lotfullahî” bi belavkirina wêneya plakardekê ku li ser nivîsandibû “Jîna wek Îbrahîm hate kuştin, emê tola wan hildin” nerizayetiya xwe li derheq kuştina hikûmetê ya Jîna Emînî, nîşan dan.
“Îbrahîm Lotfullahî” ku xwendikarê sala dawî ya mafê dadweriyê li zanîngeha “Peyam Nûr” a Sineyê bû, di 25ê Befranbara sala 1386an a Rojî, li girtîgeha Wezareta Îtila`atê de hatibû kuştin. Berpirsên Wezareta Îtila`at a rejîma Îslamiya Îranê li Sineyê, sedema mirina wî bi xwekujî ragihandibûn.
Niha dayîk û bavê “Îbrahîm Lotfullahî” tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna”yê, dixwazin mafê xwe li derheq kuştina kurê wan li girtîgeha rejîma Îslamî de hildin.
Roja Înê 25ê Xermananê, Jîna(Mehsa) Emînî ya 22 salî û xelkê bajarê Seqizê, di encama lêxistin û îşkenceeyên hovane yên hêzên “geşta îrşad” kevtibû rewşa komayê de, di nexwşxaneya “Kesra” ya bajarê Tehranê de canê xwe ji dest da.