Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Jîna(Mehsa) Emînî bi amadebûna xelkek zêde li Seqizê bi axê hat spartin

13:33 - 17 Îlon 2022

Êwareya roja Înê 25`ê Xermananê termê Jîna Emînî bi balafirê li Tehranê bo Tewrêzê hat veguhastin û serêsipêdeya roja Şemî 26`ê Xermananê bo goristana Ayçî a Seqizê hat veguhastin û wir bi axê hat spartin.

Pêka gotina serçaveke haydar, hêzên ewlehî malbata Jîna Emînî xistine bin givaşan de da ku berî amadebûna xelkê, termê Jîna bi axê bispêrin, lê ew daxwazkariya rejîmê digel dij kryara malbat û hevwelatiyên nerazî rû bi rû bû û termê wê keça temen 22 salî bi amadebûna xelkek zêde bi axê hat spartin.

Hevwelatiyên nerazî di dema birêveçûna rêûresma biaxê spartina termê Jîna, sloganên li dijî rejîma Îranê û berpirsên rejîmê dan.

 Herwisa vê çavkaniya haydar ragihandiye ku: Hêzên ewlehî û întizamî li bajarê Seqizê tev di halê amadebaşiyê de ne.

Roja Înê 25`ê Xermananê Jîna (Mehsa)Emînî temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê, di encama lêxistin, azar û îşkencekiirna wezîfedarên geşta îrşadê, hişyariya xwe jidest dabû û li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.

Piştî belavbûna nûçeya can jidestdana Jîna Emînî, hejmarek li welatî li hember nexweşxaneya Kesra ya Tehranê kombûnên nerazîbûnê lidarxistin û nerizayetiya xwe li hember qetlkirina Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê anîn ziman û hejmarek ji wan hevwelatiyên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê, tevî şermezarkirina qetla Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê, ji malbata wê re sersaxî gotin û li tev sazî û navendên mafê mirovî daxwazkirin hevgirtî bin û, divê rejîma Îranê li hember vê karesatê de bersivdar be.