Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi weşana banghêjnameyekê li tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kir ku li derheq siyaseta rejîma Îranê li hember keç, jin û xortên Kurd nerizayetiyê nîşan bidin û man bigirin.
Deqa banghêjnameyê wiha ye:
Banghêjiya mangirtinê li tev bajar û bajarokên Kurdistanê
Xelkê xweragir ên Kurdistanê
Hizb û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê
Rêkxistinên civata medenî
Wek agehdar in Jîna (Mehsa) Emînî, keça ciwan a Kurd ku çend roj berî niha li bajarê Tehranê bi tundî ji aliyê hêzên serkutker ên Komara Îslamî ve rastî lêdanê hatibû, roja Înê 25ê Xermananê bi sedema dijwarbûna birînên xwe canê xwe ji dest da. Berê jî Şilêr Resûlî li bajarê Merîwanê ji bo parastina xwe li hember destdirêjiya bikirêgirtiyekî rejîmê rastî bûyerekî hatribû û canê xwe ji dest dabû.
Bi vê sedemê em li tev tax û qatên xelkê Kurdistanê daxwaz dikin bo nîşandana nerizayetiyê li dijî siyasetên nemirovane yên rejîmê û bo berevanî li kirameta keç, jin û xortên gelê Kurd, roja Duşemî 28`ê Xermananê bi daxistina dukan, bazar û neçûn bo ser karên xwe, mangirtineke giştî û mezin rabigehînin.
Em daxwazê li tev hizb û aliyên siyasî, rêkxistinên civatgeha medenî û çalakvanên mafê mirovî dikin ku pêşwaziyê ji vê banghêjiyê bikin da ku bi hevdengî û piştevaniya yektir bersivek tund bidine Komara Îslamî.
Bijî yekrêzî û yekgirtina xelkê mafxwaz ên Kurdistanê
Biherife Komara dije jin a Îslamiya Îranê
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
25ê Xermanana 1401an a Rojî
16ê Îlona 2022an