Roja Înê 25ê Xermananê, li Melbenda 3ê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bo vebîranîna 30emîn salvegera şehîkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi beşdariya endamên rêveberî, kadr û pêşmergeyan semînarek hat lidarxistin.
Semînar bi xwedina sirûda neteweyî yaa “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.
Piştire “Talib Qeyserî” wekî pêşkeşkarê semînarê tevî xêrhatin kirin li amadebûyan, basek kurt li derheq têrorkirina şehîd “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê rejîma terorîst ve kir.
Piştire ji Dr. “Mîro Elîyar” endamê rêberiya PDKÎ daxwaz kir da ku babeta semînarê li derheq 30emîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî pêşkeş bike.
Dr. “Mîro Elîyar” di destpêkê de bas ji vê yekê kir ku her kesek di dema vebîranîna heval û rêberên xwe yên şehîd xembar dibe lê îsal di dema vebîranîna salvegera şehîdkirina rêberê şehîd di nava Demokratek yekgirtî de cihê dilxweşiyê ye û piştire basa kesaytî û cih û pêgeha Dr. Sadiq Şerefkendî di nava PDKÎ de kir.
Herwisa Dr. “Mîro” di beşek din a axavtinên xwe de got ku hewldan bo ji bîrnekirina tawana xwe curek xebate bo dijî vê tawanê û nabe em ti carî rê bidin ku ew lekeya reş ji navçavên rejîma terorîst bê rakirin.
Piştire bas ji hewl û gefên rejîma Îranê bo pêşîgirtin ji birêveçûna dadgeha “Mîkonûs”ê kir, lê rejîma Îranê nekarî serkevtî be û li 28ê Cotmeha sala 1993an ew dadgeh li dijî rejîma Îranê hat lidarxistin.
Herwisa navbirî bas ji taybetmendiyên dadgeha “Mîkonûs” ya “Berlîn”ê kir ku dadgehek serbixwe li welatek demokratîk birêveçû û rûyê rejîma terorîst bo raya giştî nîşan da û wê dadgehê karî kirîzek micid bixe navbera Yekîtiya Ewropa û rejîma Îranê.
Dr. “Mîro Elîyar” di berdewamiya axavtinên xwe de bi gelek xalên girîng li derheq rol û bandora Dr. Sadiq Şerefkendî di nava Hizb û çawaniya şehîdkirina wî û hevalên wî ji aliyê komîteyek rejîma Îranê îşare kir.
Semînar bi pirsiyar û nêrînên amadebûyan bi dawî hat.