Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên propagendeyî di 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in.

15:06 - 17 Îlon 2022

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û dilsozên Hizba Demokrat li bajarên “Urmiye, Bokan, Sine, Bane, Pîranşar û Mihabad”ê bo yada 30emîn salvegera şehîdkirina Dr.” Sadiq Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê, çalakiyên berfirek ên propagendeyî li dar xistin.

Li bajarê Mehabadê di wan cihan de çalakî bi rê ve çûn wiha ne:

 “Mehabad, rêya Qizilqopî, qereqişlax, rêya Qicîava, Xurxure û devera Şamat”.

Di bajarê Pîranşarê de li wan cihan çalakî bi rê ve çûne: “Pîranşar, Mizgevta Hacî Xelde, nav gundê Kanî mela, Xurînc, dîwarê pasgaha întizamî ya gundê Legbin, gundê Deşta Qurê, Şirketa nefta Legbin, xwendingeha Hacî Xelde, Gergûl a Serî, bajaroka Peswê, Meydana Azadî, taxa 101, şeqama Aşiyane û konexanê.

Di wan cihên bajarê Bokanê de çalakî bi rê ve çûn: “Nav bajarê Bokanê, Seyrangeha Kêwe Reş, Qerekend, Sêwedîn a serî û xwarê, Ezîzkend, Sedir Abad, Kanî reş û Baxçe”.