Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma yada şehîdên Mîkonosê di 30emîn salvegerê de

18:32 - 18 Îlon 2022

Bi hilkefta 30emîn salvegera şehîdên Mîkonosê li Feransê li goristana “Pêrlaşêz”, rêûresmek hat lidarxistin.

Roja Şemî 17ê Îlon a sala 2022an bernber bi 26ê Xermanan a sala 1401an a Rojî, bi armanca rêzgirtin ji yada şehîdên Mîkonosê, Dr. “Sadiq Şerefkendî”, Fetah Endulî, Homayûn Erdelan û Nûrî Dêhkurdî, rêûresmek li goristana “Pêrlaşêz”ê hat lidarxistin.

Di 30emîn salvegera şehîdên Mîkonosê de bi beşdariya hejmarek berçav ji endam, alîgir, kesayetî û nûnerên partî û aliyên Kurdistanî û Îranî, rêz li xebat û yada rêberên şehîd ên PDKÎ hat girtin û digel şehîdan soz nû kirin ku rêbaza wan bidomînin.

Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji yada tev şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dest pêkir û bi danîna destiyên gulan li ser tirba şehîdan, rêûresim berdewam bû.

Piştre peyama Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ bi zimanê Kurdî ji aliyê “Helmet Rehmetpûr” ve hat xwendin.

Di berdewamiya vê rêûresmê de serokê Enîstîtoya Kurd li Parîsê Dr. “Kendal Nezan” bi zimanê Feransî bas ji kesayetiya Dr. “Sadiq Şerefkendî” di heyama dersxwendinê bo pileya Doktorayê heya dema tevlîbûn bi karûbarên siyasî û rola wî di tevgera azadîxwaziya Kurd û Kurdistanê de kir.

Herwisa mamosteya zimanê Kurdî Madam “Coys Blû” bîranînên xwe digel Dr. Sadiq Şerefkendî” bas kir.

Di beşek din a vê rêûresmê de “Hesen Salihzade” bi nûneratî ji aliyê “Komîteya Kongireya Neteweyên Îrana Federal, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û hevpeymaniya bo azadî û wekhevî di Îranê de” peyamên wan pêşkêş kirin.

Herwisa di qonaxeke din de, berpirsê Encumena Kurdên Rûniştiyê Feransê “Ezîz Mamilê” gotara xwe pêşkêş bi amadebûyên rêûresmê kir û piştre peyama “Rêkxirava Îtihda Fedayanê Xelqê Îranê” ji aliyê xatûn a “Îran”ê ve hat xwendin.

Piştre peyama Partiya Azadiya Kurdistan-Bakûr(Pak-Bakûr) ji aliyê “Ihsan” ve hat pêşkêşkirin.

Di vê rêpûresmê de peyama Partiya Çep a Îranê ji aliyê “Perwîz Nevîdî” ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiya rêûresmê de peyama Komîteya PDKÎ li Feransê, ji aliyê “Xebat Qurbanî Eqdem” ve hat xwendin.

Piştre beşdarbûyên rêûresmê serdana tirba şehîdên Viyenê, “Dr. Qasimlo” û “Enbullah Qadirîazer” kirin.