Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazokî: Axûnd sebeba paremana welat in

13:25 - 3 Îlon 2022

Aborînas û mamosteyê zanîngehê Mehdî Bazokî: Sebeba pareman û reşbînbûna welatiyan li derheq pîrozbahiyên olî axûnd in.

Mamoste û aborînas Mehdî Bazokî dibêje, demaku axûndan di nav birêveberiya karûbarên welat de pêngav havêtin, bilî paremana welat û reşbînbûna xelkê li derheq bihayên olî de ti tiştek din tunebûye.

Herwisa wî mamosteyê zanîngehê bi vê yekê jî îşare kiriye, dewleta Îranê li ware aborî de duyemîn welatê dewlemend yê cîhanê ye, û serkomar Îbrahîm Re`îsî bi gotinên derev tawanbar kir û got Re`îsî bona geşeya aboriya welat ti stratîjiyek zelal nîşan nedaye.

Mehdî Bazokî mamosteyê zanîngeha Elame Tebatebayî di hevpeyvîn digel malpera “Dîdiban” de, rewşa nebaş a bazara avahiyan û bilind bûna nirxa kirêya avahiyan di seranserê welat de rexne kir û got encama bê bernamebûnê bûye sebeb ku piraniya welatiyan şiyana dabînkirina stargehekê bo jiyanê tunebin.

Wî karnasê aborî di berdewamiyê de wiha gotiye: Bilindbûna nirxa avahiyan û bilindbûna nirxa kirêya avahiyan gihîştiye astekê ku, niha piraniya xwelatiyan ji ber nebûna şiyana aborî neçarin bibin derdornişîn.

Navbirî got jî, wezîrê aborî Rostem Qasimî jî zanista hewce di warê aborî de tune ye, lê eger rast dibêjin li destpêka destbikarbûnê de Re`îsî qewla avakirina yek milyon avahiyê dabû, lê heta niha zelal nebûye ev avahî kuderêne û çêbûne an na, bila Rostem Qasmî wezîrê aborî navûnîşanên cihê wan avahiyan ji xelkê de bide zelal kirin.

Mehdî Bazokî, îşare bi vê yekê jî kir, bilî Ehmedînijad, Rehîm Meşayî, Beqayî û Rehîmî, tev endamên dewleta Nehem û Dehem, niha di dewleta Re`îsî de amadene û mixabin her ev kesin ku 25 salan welat ber bi paşve birin, û dîsan her di vê dewrê de berpirsayetî hene.

Bazokî got: demaku axûnd birêveberiya welat digirin dest bilî pareman û reşbîbûna welatyian li derheq pîrozbahiyên olî de ti encamek din tunabe.