Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê ji tirsa xwenîşandana xelkê Seqizê, ew bajar milîtarîze kiriye

19:20 - 18 Îlon 2022

Rejîma Îranê ji tirsa xwenîşandan û mangirtina xelkê Seqizê li hember kuştina “Jîna Emînî” û ew bajar bi tevahî milîtarîze kiriye û hêzeke zêde di nav bajar de cihgîr kiriye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye oda nûçeyan ya navenda ragihandina PDKÎ, rejîma Îranê nêzî çendîn hezar hêzên “Garda Taybet” li bajarên Hemedan, Kirmaşan, Sine û Miyanduavê bo bajarê Seqizê veguhastiye.

Wê çavkaniyê daye zanîn jî, “ew hêzên han ji tirsa xwenîşandanên xelkê ve bo wî bajarî hatine veguhastin û di nav bajar de cihgir bûne û bi kom li cem hev disekînin û nevêrin ji tirsa xelkê ve ji hev cuda bin”.

Çavkaniya agehdar di berdewamiyê de gotiye ku “tevî anîna hêzeke zêde, zêdetir ji 500 matorsivar ji hêzên ewlehî jî, li wir cihgîr bûne”.

Xelkê bajarê Seqizê ji milîtarîzekirina bajar û anîna hêzên dagîrker natirsin û wan bi dirandina wêneyên rêberê rejîmê û bi dana siloganên dijî rejîmê carek din selmandin ku cihê hêzên rejîmê di Kurdistanê de nîne.

Duh di dema bi axsipartina termê “Jîna Emînî” de, xelkê bajarê Seqizê xwenîşandan kirin û li dijî rejîmê sekînin û hêzên rejîmê bi awayê rasterast xelkê nerazî dane ber gulleyan û zêdetir ji 7 kes xelkê wî bajarî hatine birîndarkirin.

Li derheq vê cinayeta rejîmê, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi weşana banghêjnameyekê li tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kir ku roja Duşemî 28`ê Xermananê bi daxistina dukan, bazar û neçûn bo ser karên xwe, mangirtineke giştî û mezin rabigehînin.