Heştega Jîna Emînî (#Jîna_Amini) li tora civakiya “twitter”ê ji 2 milyonan derbas bû û bû trendek cîhanî.
Piştî cinayeta rejîma Îranê li derheq lêdan, îşkencekirin û kuştina “Jîna (Mehsa) Emînî” li bajarê Tehranê, xelkê bo nîşandana nerizayetiya xwe li ser tora civakiya “twitter”ê heştega #Jîna Emînî (#Mahsa_Amini) danîn ku ji 2 milyonan zêdetir derbas bû û niha trendek cîhanî ye.
Kuştina Jîna(Mehsa) Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, berteknîşandanên berfireh li Kurdistan, Îran û cîhanê li pey xwe anîn û xelkê dengê nerizayetiya xwe û şermezarkirina vê cinayeta rejîmê bi heştega #Jîna-Emînî (#Mahsa_Amini), (#KurdistanStrike) bahozek “Twitter”ê lidar xistin.
Heştega (#Jina_Amini) bi derbasbûn ji 2 milyonan bûye trendek cîhanî ku bahozek ji nerizayetiyên xelkê li derheq cinayeta rejîma Îranê dide xuya.
Her di vê derheqê de Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyanikê, ew kiryara rejîma Îranê bi tundî şermezar kir û bi belavkirina banghêjnameyekê, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwaz kiriye ku di 28ê Xermananê de mangirtinek seranserî li dijî kiryara rejîma Îranê bi rê ve bibin û piraniya sazî û partiyên Îranê tevî piştevanîkirin ji vê daxuyaniya Navenda Hevkarî, cinayeta rejîma Îranê li derheq keça 22 salî ya Kurd “Jîna(Mehsa) Emînî” bi tundî şermezar kirine.