Hejmarek zêde ji xwendekarên zanîngeha Tehranê bo şermezarkirina kuştina “Jîna Emînî” xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin û tevî hewlên parastina zanîngehê, xwenîşandana xwe domandin.
Roja Yekşemî 18ê Îlonê, hejmarek zêde ji xwendekarên zanîngeha Tehranê bo şermezarkirina kuştina keçe 22 salî ya Kurd “Jîna(Mehsa) Emînî” ji aliyê “Geşta Irşad” a ser bi hêza Întizamiya rejîma Îranê, xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin û bi pilakardên bi zimanê Kurdî û Farsî cinayeta rejîma Îranê şermezar kirin.
Pêka raporên belavbûyî parastina zanîngeha Tehranê çendîn caran hewla têkdana xwenîşandanan dan lê her carê xwendekaran tevî astengiyan nerizayetiya xwe domandine
Di wan siloganan de nivîsên weke “şehîd namirin” û “Jîna can tu namirî, navê te dibe remza” hebûnê.
Herwisa bahozeke “twitter”î bo şermezarkirina kuştina “Jîna”yê ji aliyê rejîmê ve, bi heştega #Mehsa_Emînî bûye trendek cîhanî û ji 2 milyonan zêdetir bûye.
Kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê rejîma Îranê ve bertekên gelek berfireh li pey xwe anîn û Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina vê cinayeta rejîmê, banghêjiyek belav kir ku di vê banghêjiyê de daxwaza mangirtina giştî ji xelkê Rojhilatê Kurdiatanê û Îranê di 28ê Xermananê de kiriye û partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û Îranî, piştevanî ji vê banghêjiyê kirine.