Îro 28`ê Xermananê li Kurdistan û Îranê xelk bona li hember derketina qetla hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên geşta îrşad ve, dest havêtin bi manggirtina seranserî.
Li bajarên Kurdistanê yên weke Sine,Merîwan, Mehabad, Bokan Urmiye, Seqiz, Bane û Şinoyê, welatiyên bivêr û biemeg yên Kurdistanê, bi daxistina dukan û bazaran dest havêtin bi mangirtina seranserî, û bi wi awayî li hember qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên xwînmêj yên geşta îrşadê ve rawestan.
Hêjayê behskirinê kirinê ye ku li bajarê Seqizê welatiyan bona piştevanîkirin ji malbata Jîna Emînî û rewastan li hember hovîtî û dirindehiya hêzên xwînmij yên geşda îrşad di piroseya mangirtinê de heta xwaringeh jî daxistine.
Her di vê pêwendiyê de, şeva derbasbûyî 27`ê Xermananê li bajarê Sine ciwanên xwîngerm û bicoş li çar rêya Jandarmêrî ya wî bajarî de, li hember qetla hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên geşta îrşad ve posterên wêneyên Welî Feqîh dirandin.
Li bajarê Urmiyê li Balanîş û cem sîloya genim welatiyan bi daxistina dukan û bazaran dest havêtin bi mangirtina seranserî.
Her di vê pêwendiyê de xelkê bi emeg û bihvêr yên bajarê Dîwandere jî bi daxistin bazar û dukanan li hember hovîtî û neîdaletiyên hêzên serkutkar yên rejîmê û qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên xwînmij yên geşta îrşadê ve, tevlî mangirtina seranserî bûn.
Navendên ewlehî û leşkerî yên rejîmê bi givaş xistin li ser welatiyan hewl dide bi zorê dukan û bazaran vebbikin lê welatiyên bivêr û nîştimanperwer li ser mangirtina seranserî berdewamin.
Herwisa rejîma Îranê ji bo ku pêşî girtin ji mangirtina seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê de di nav bajaran hêzên ewlehî bi kincên şexisî û leşkerî cihgîr kirine.