Piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bo piştevanîkirin ji banghêjiya partiyên Kurdistanê dest bi mangirtina seranserî kirin.
Roja Duşemî 28ê Xermananê, piştî belavbûna daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ku li tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kiribûn, li derheq siyaseta rejîma Îranê li hember keç, jin û xortên Kurd nerizayetî nîşan bidin û man bigirin, piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêşwazî ji wê banghêjiyê kirin û dest bi mangirtina seranserî kirin.
Bajarênê weke “Seqiz, Sine, Bokan, Kirmaşan,Pîranşar, Dîwander, Merîwan, Bane,Ciwanro,Dêwilan, Serdeşt Mehabad, Urmiye, Kotol, Goyîktepe, Şino û Nexed” bi daxistina dukan û bazarên xwe tevî miliîtarîzekirina tev bajaran û herwisa gef xwarinên rejîmê magirtina seranserî ragihandin û kuştina hikûmetî a “Jîna Emînî” şermizarkirin.
Li bajarê Dîwandereyê jî, devdem digel destpêkirina mangirtina seranserî xelkê bivêr û biemeg rijiyane li ser şeqaman û silogan dan netririsin netirsin em tev bihevre ne.
Ji aliyek din ve jî hevwelatiyên bajarên navendî yên Îranê û hunermen û kesayetiyên diyar yên Îranê û malbatên girtiyên siyasî û dayîk û bavên qurbaniyên destê rejîma cinayetkar, xwandekar û …. hwd, bi nîşandan bertekên cuda kuştina hikûmetî a “Jîna Emînî” şermizarkirin û bi belavkirina banghêjiyên cuda daxwaz ji xelkê kirin ku li hember zilm û zora rejîma Îranê bê deng nemînin.