Rojnameya Liberation a Feransê û herwisa çend nivîskarekrên bi navûdeng, bas ji kuştina Jîna(Mehsa) Emînî” û berteknîşandanan kirine û rêz ji xwenîşandana xelkê kirine.
Rojnameya “Liberation” a Feransê li derheq kuştina Jîna(Mehsa)ê raporek belav kiriye û di vê raporê de nivîsandiye: “Kuştina “Jîna”yê bûye sedema destpêkirina tevgereke nerizayetî li dijî rejîma Îranê û beşek ji jinan destmala serê xwe avêtine û li dijî “Elî Xamineyî” silogan “Bimre dîktator” dane.
Herwisa Rojnameya “The Guardian” kuştina Jîna Emînî bi kuştinek bi sam binav kiriye.
Her di vê derheqê de nivîskara bi navûdeng a Birîtaniyayê “J. K. Rowling” bi rêya belavkirina Twitt”ekê destxweşî ji jinên Îranê kiriye ku beşek ji wan bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kuştina “Jîna Emînî”yê destmala serê xwe avêtine û beşek ji wan pirça xwe birîne û gotine: “Bivêriya rastî ev e”.
Herwisa nivîskara bi navûdeng “Elîf Şafak” bi belavkirina peyamekê li ser rûpela Instagramê tevî xembarbûna xwe li derheq kuştina Jînayê, ew bi xwîşka xwe binav kir û got: “Bi kuştina Jînayê gelek xembar û bi kerb û kîn im”.
Herwisa Koşka Sipî a Amerîkayê jî, kuştina Jîna Emînî cinayetek ku nayê lêbihorîn binav kiribû.