Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanîkirina alî û rêkxiravan li banghêjiya Navenda Hevkarî bo mangirtina seranserî berdewam e

12:45 - 19 Îlon 2022

Piştî banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bo mangirtina seranserî bo nîşandana nerizayetî û şermezarkirina cinayeta kuştina “Jîna Emînî”, rêkxirav û aliyên siyasî yên Îranê piştevanî li vê banghêjiyê kirin.

Piştevanîkirin ji mangirtina seranserî ya bi banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê berdewam in û çendîn rêkxirav û aliyên siyasî yên din ên Îranê, ji vê banghêjiyê piştevanî kirine û daxwaza piştevanî û tevlîbûna zêdetir a xelkê li vê mangirtina seranserî kirine.

Rêkxiravên Îranî yên “Encumena Yekîtî bo Destpêkirinek Nû, Ferşgerd, Îran Çênc, Partiya Skolar-Demokratên Îraniyan, Partiya Meşrûteya Îranê(Lîberal Demokrat), rêkxirava derve ya Partiya Pan Îranîst, Kûşendigana Yekîtiya Xelkê Îranê bo Demokrasiyê û Nehada Merdomî, di peyameke hevpar de piştevanî ji her mangirtin û xwenîşandenekê li her cihek Îranê kirine.

Şêwreya Birêveberiya Gozar jî, ji banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bo mangirtina seranserî piştevanî kirine û ji hemû xelkê Îranê daxwaz kirine ku bi piştevanî û beşdarîkirinê, yekîtiya xwe bi hemû şiyana xwe bidin xuya.

Şêwreya Rêkxistina Nerizayetiyan a Kedkarên Girêbestî, tevî nîşandana hevxemiya xwe digel malbata “Jîna”yê ji hemû karmend û kedkarên pîşeya neftê daxwaz kiriye ku di mangirtina seranserî de beşdarî bikin û tekez kirine ku nikarin li hember vê cinayetê de bêdeng bimînin.