Welatiyên xwedî îrade û birûmet yên bajaroka Balavê bi daxistina dukan û bazaran qetl hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên geşta îrşad ve şermezar kirin.
Roja Duşemî 28`ê Xermananê welatiyên bajaroka Balav a girêdayî bajarê Urmiyê li ser daxwaza banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi daxistina dukan û bajaran, tevlî mangirtina seranserî ya li hember qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên cinaytetkar yên geşta îrşadê bûn.
Li bajarê Urmiyê li welatiyên bajaroka Balav, Balanîş û Sîloya genim heta sêrêya duxanyatê bi daxistina dukanan tevlî mangirtina seranserî bûn û bi vî awayî piştevaniya xwe bo malbata Jîna Emînî kuştiya bi destê hêzên serkutkar yên rejîmê ragihandin.