Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) li Kurdistana Bakûr bi şandina peyamekê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

13:34 - 19 Îlon 2022

Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) li Bakûrê Kurdistanê qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên xwînmij yên geşda îrşada rejîma Îranê bi şandina peyanekê şermezar kirin

Deqa peyamê wiha ye:

HAK-PAR: Em bi tundî Rejîma Melleyan protesto dikin

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em bi tundî Rejîma Melleyan protesto dikin.

Jîna Amînî (Mahsa Amini) ku ya 22 salî li bajarê Seqiz a Rojhilata Kurdistanê, bû qurbaniya Rejîma Melleyan ya paşverû.

Di 13"ê Îlonê de Jîna Amînî (Mahsa Amini) ya ku çûbû serdana xizmên xwe yên li Tehranê, li istasyona metroyê de bi hinceta ku serê xwe negirtiye, hat binçavkirin û bi deste midûriyeta polîsan bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Rejîma Îranê her roj bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan ku bi salan e li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne, sûcên li dijî mirovahiyê didomîne.

Em hemû cîhana pêşverû, nûjen, bi taybetî gelê Îranê vedixwînin ku vê rejîma îşkenceyê şermezar bikin.

Em wek HAK-PAR vê Rejîma Melleyan ya xwînrij-reaksîyoner bi tundî protesto dikin.