Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran deverên sînorî yên Kurdistanê topbaran dike

13:27 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Deverên sînorî yên Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê bo çendmîn roje bi awayê berdewam di bin agir û topbarana rejîmê de ye.

Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî îro serê spêdeyê Şemî 9`ê Rezberê, ji ber kerb û kîna mangirtina seranserî a Kurdistanê, deverên sînorî yên Helgord, Sîdekan, Berbizîn û Seqerê topbaran dike.

Kawe Behramî, Berpirsê Navenda Hêza Pêşmerge Kurdistanê tevî ragihandina vê nûçeyê got ku, ev topbaran heta niha xisarên canî tunebûye, lê xisarek yekcar zêde gihandiye jîngeh û werzêrên deverê