Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq cinayeta Komara Îslamî li Belûçistanê peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkê hatinî çewsandin û azadîxwazên Belûçistanê!
Ciwanên hişiyar û zîrek!
Me di demekê de hêşta termê şehîdên 6ê Rezberê ku di encama mûşekbarana Spaha Psdaran a Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û bargeh û cihê akincîbûna malbatên me ku hatibûne şehîdkirin, bi axê nesipartibûn, nûçeya şehîdbûna xelkê Zahidanê li 8ê Rezberê gihîşte me.
Herçiqas jidestdana ezîzan nexweş û bi azar e, lê cihê şanaziyê ye ku xortên çeleng û zîrek yên wî welatî li hemû cih û navçeyeke welat yekgirtî û yekparçeyî bi hev re bo rizgarî ji destê rejêmekê rabûne û bi tundî û micidî û bi yekcarî wê rejîmê bipêçin ku ti tiştekê ji mirovayetiyê nizane.
Girevgirtina berfireha îro ya xelkê Kurdistanê, li ser daxwaza Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û piştevaniya bê mînak ya xelkê Îranê ji vê girevgirtinê, tevî gefên hêzên serkutkaran, hêvîbexşîna wê serkevtinê ye.
Em sersaxiyê dibêjine xelkê xembar yên Zahidanê û hemû netewa Belûç
Me hevparê xemê xwe bizanin
Serkevtin bo me ye
Berpirsê Navenda Birêveberî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mistefa Hicrî
9ê Rezbera 1401an a Rojî